TR KU SO
FB X
Cîhan

Karayilan: Me di 50 salan de 25 hezar û 922 şehîd dan

Admin H
Nivîskar
📅 28 tebax 2026 11:24

PeyamaKurd - Yek ji rêveberên payebilind ên PKKyê Murat Karayılan li ser hejmara endamên rêxistinê yên ku di navberên cuda de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyeke berfireh da.

Karayılan diyar kir ku ji ber şert û mercên dijwar ên şer û ewlehiyê, agahiyên gelek endamên wan bi derengî gihîştine biryargehê û ji ber vê sedemê nasnameyên wan nehatine eşkerekirin.

Karayılan ragihand ku ji sala 1976an heta sala 2026an bi giştî 25 hezar û 922 endamên wan hatine tomarkirin û bi yên nehatine tomarkirin re ev hejmar digehêje nêzîkî 27 hezar kesî.

Karayılan bal kişand ser amara salan û da zanîn ku di şerê li dijî DAIŞê de li Şengal û Rojava 3 hezar û 262 endamên wan hatine kuştin û her wiha di navbera 5 hezar û 10 hezarî de welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.

Rêveberê rêxistinê destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê hîna nasnameya 520 kesî nehatiye ragihandin lê di demeke nêz de ew ê hemûyan eşkere bikin. Wî anî ziman ku cenazeyên piraniya van kesan di bin kontrola wan de ne û ew dixwazin hemûyan li şehîdgehan bînin cem hev.

Parve bike: