Katz: Erdogan Tirkiyê dikişîne nav macerayên xeternak
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz, li ser êrîşa Îsraîlê ya ser baregeha asmanî li Sûriyê û berteka Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip peyamek belav kir û diyar kir ku ew Tirkiyeyê dikişîne nav alozî û rewşên xeternak.
Katz li ser hesabê xwe yê medya civakî got ku Îsraîl dê rê nede ti alî an aktoran ku ewlehiya wan bixe bin metirsiyê û bal kişand ser biryardariya Tel Evîvê ya di mijara parastina xwe de.
Wezîrê Îsraîlî anî ziman ku gotinên Erdogan ên li Meclisa Parlamentoya Tirkiyeyê ku "ji rastiyê dûr û xeyalî ne" çêtir e ji ceribandina biryardariya Îsraîlê ya ji bo parastina ewlehiya xwe.
Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî Îsraîl bi ti awayî rê nade hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li nav axa Sûriyeyê, lewra ew vê yekê wekî "gefeke rasterast" a li ser ewlehiya welatê xwe dibîne.