Katz: Gefên Qaanî pêkenokî ne, hêzên me amade ne
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Israel Katz, li ser daxuyaniyên dawî yên Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî ragihand, gefên Îranê yên li dijî welatê wan pûç û pêkenokî ne.
Katz, bal kişand ser îdîayên sîxuriyê yên di nav hiyerarşiya leşkerî ya Îranê de û wiha got: "Fermandarê Hêza Qudsê Qaanî, van rojan bi berdewamî gefan li Îsraîlê dixwe. Wisa xuya dike ku rola sîxur û xayinekî, ji van tevgerên gefxwarinê yên pêkenokî pirtir li wî tê."
Herwiha Wezîrê Îsraîlî hişyariyeke zelal da rêveberiya Tehranê û got, “Eger Komara Îslamî ya Îranê êrişî Îsraîlê bike, dê şaşîtiya xwe ya herî mezin a dîrokî bike. Ne girtina Tengava Hurmizê û ne jî êrîşên li ser sivîlan nikarin alîkariya Îranê bikin; tu tişt nikare pêşiya me bigire. Hêzên Îsraîlê di her astê de amade ne daku vî karî bi dawî bikin û bersiva herî giran bidin Tehranê.”