TR KU SO
FB X
Cîhan

Kerîm: Amerîka nahêle Iraq ji Rûsyayê sîstema berevaniyê S-400an bikire

Admin L
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2020 15:59

PeyamaKurd – Amerîka nahêle Hikûmeta Iraqê ji Rûsyayê sîstema berevaniyê ya mûşekî S-400an bikire.

Li gor Endamê Parlementoya Iraqê yê Fraksiyona Hevpeymaniya Feth Mihemed Kerîm bi daxuyaniyê da zanîn: “Pêşbînî dihate kirin ku Iraq li gel Rûsyayê peymana kirîna sîstema berevaniyê ya mûşekî S-3000 û S-400 bike, lê aliyê Amerîkayê li dijî vê mijarê sekinî û bi awayekî eşkere ji Iraqê re ragihand ku nahêle wê sîstema Rûsyayê bikire.”

Herwiha Feth Mihemed Kerîm destnîşan kir: “Amerîkayê tu sîstemek li şûna wê nîşan neda, lê li ber kirîna sîstema Rûsî, bûye asteng û nahêle Iraq şiyana xwe ji aliyê berevaniya esmanî ve pêş bixe.”

 

Parve bike: