Cîhan
Kesekî ket kanala avê û bi avê de çû: Niha lê digerin
PeyamaKurd – Li bajarê Adana li navça Yüreğirê li Bulwara Ege Bağaturê kesekî ket kanala avê ya DSİyê. Navê wî şexsî nehat zanîn lê tîmên lêgerînê û rizgarkirinê ketine pey da wî bibînin û rizgar bikin.
Li ser rûdanê, agahiyê dan tîmên lezgîn yên 112an. Li ser agahdarkirinê tîmên binê avê yên asayîşa bajarê Adana û tîmên tenduristiyê çûn ciyê rûdanê.
Tîmên navborî niha dixebitin bi saxî an mirî, wî kesê bibînin.