TR KU SO
FB X
Cîhan

“Kesên bikevin dû dewletê dê windabikin war û xîretê”

📅 21 cotmeh 2018 02:23

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand: “Kesên ku ji xwe ra li nasname û dewleteke din digerin, wekî ku di dîroka nêzîk da jî gelek mînakên wê hene, mehkûmî wendakirina welat, war, malbat û xîreta xwe ne.”

Erdogan beşdarî Merasima Vekirina Stadyuma Diyarbekirê bû û li wir axivî.

Serokkomar Erdogan di xeberdana xwe de diyar kir, ku ne ji bo Diyarbekirê xirab bikin, lê ji bo îmar bikin, pêş bixin, bigihînin hizûr û refahê dixebitin.

Serokkomar Erdogan destnîşan kir kesên ku ji bona hêzên hedefên wan li ser herêma me hene dibin maşik nikarin xizmeta vî gelî bikin.

Erdogan destnîşan kir kesên ku ji xwe ra li nasname û dewleteke din digerin, wekî ku di dîroka nêzîk da jî gelek mînakên wê hene, mehkûmî wendakirina welat, war, malbat û xîreta xwe ne û got kî li vî welatî cudakariya nijadî bike pêşiyê em ê li hember derkevin.

Parve bike: