TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestî noqav bû 140 rêwî wenda ne

Admin M
Nivîskar
📅 27 gulan 2021 04:27

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eyaleta Nîgerê tekneya ku ji 160 rêwiyan zêdetir hilgirtibû serûbino bû û di encamê de ji 160 rêwiyan 22 kes hatin rizgarkirin û niha 140 rêwî wenda ne.

Li gor ragihandina rêvebirê herêma Ngaskiyê Abdullah Buhari Wara, tekne an ku keştî ji eyaleta Nigerê rêwiyan û eşyayan dibir eyaleta Kebbiyê. Tekne bi sedema barê giran hilgirtibû noqav bû. Wara ragihand ku di ser 160 rêwiyan kes di tekne de bûn û tekne bûye du cîh.

Wara got ku xebata rizgarkirina rêwiyên wenda dewam dike.

Parve bike: