TR KU SO
FB X
Cîhan

Keştiya esmanî ya DYAê USS George Washington ji Rojhilata Navîn vekişiya

Admin H
Nivîskar
📅 19 mijdar 2026 15:24

PeyamaKurd - Li gorî nûçeyeke rojnameya Bloomberg ku pişta xwe bi du rayedarên amerîkî ve girê dide, keştiya esmanî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) USS George Washington ji Rojhilata Navîn derket û ber bi bendera Yokosukayê ya Japonyayê ve bi rê ket.

Bi vê vekişînê re niha li Rojhilata Navîn tenê du keştiyên esmanî yên DYAê dimînin: USS George Bush û USS Theodore Roosevelt.

Keşiya USS Theodore Roosevelt di 16ê Mijdara 2026an de bi nêzîkî 10 hezar leşker û keştiyên êrîşê re gihişibû herêmê.

Keştiya USS George Washington ku bi nêzîkî 5 hezar leşker û karmendên xwe ve li nêzî Tengava Hurmuzê li pal USS George Bush peywirdar bû, yek ji stûnên sereke yên operasyonên taktîkî yên DYAê yên li dijî Îranê bû.

Erka sereke ya vê keşiyê sepandina ambargoya deryayî li ser keştiyên Îranê, birêvebirina dewriyeyên esmanî yên şevê, parastina keştiyên bazirganî yên li başûrê Tengava Hurmuzê û bêbandorkirina drone û fûzeyên Îranê bû.

Her wiha di Îlona 2026an de ev keştiya esmanî rastî hewldaneke êrîşa fûzeyên balîstîk ên Îranê jî hatibû.

Parve bike: