Kestiya koçberan noq bû: Herî kêm 100 koçber xeniqîn
PeyamaKurd - Rêxistina Navdewletî ya Koçberan (IOM) ragihand ku li Deryaya Spî herî kêm 100 koçber xeniqîn û lêgerîna cenazeyên wan berdewam dike.
Rêxistina Navdewletî ya Koçberan û rêxistina nehikûmî ya SOS a Fransî ragihandin ku roja 22ê Nîsanê li Deryaya Spî keştiyeke koçberan noq bûye û di encama bûyerê de zêdetirî 100 koçberan can daye.
Hat diyarkirin ku piştî derbasbûna çend saetan lêgerîn li Deryaya Spî û li navçeya bakur rojhilatê peravên li nêzikî Trablusa paytexta Lîbyayê dest pê kiriye ku tîmên wan û tîmên rêxistina SOS a Fransî piştrast kirine ku bi kêmî 100 koçber di encama wê bûyerê de mirine.
Herwiha hat eşkerekirin ku di keştiya noq bûye de zêdetirî 130 koçber hebûne û heta niha tenê cenazeyên 12 kesan hatine dîtin ku ji ber rewşa xirab a hewayê lêgerîn bi zehmetî birêve diçin.
Li gorî rêxistina SOS a nehikûmî ya Fransî ji destpêka îsal ve zêdetirî 350 koçber li Deryaya Spî xeniqîne û wan daxwaz ji çend hikûmetên welatên Ewropî kirine, tîmên zêdetir ên hawarçûnê li Deryaya Spî belav bikin da ku rê li ber karesatên koçberan bê girtin.