Keştiyeke qerase ya Îranê dorpêça hêzên Amerîkayê şikand
PeyamaKurd - Tankereke petrolê ya qerase ya bi navê "HUGE", ku girêdayî Şirketa Tankeran a Neteweyî ya Îranê (NITC) ye, karî dorpêça deryayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derbas bike û xwe bigihîne Rojhilata Dûr.
Petrola bi mîlyonan dolarî û rêya Lombokê
Ajansa Nûçeyan a Farsê ragihand ku tankera "HUGE" zêdetirî mîlyonek û 900 hezar bermîl petrola xav hildigire, ku bihayê wê nêzîkî 220 mîlyon dolarî ye. Li gorî zanyariyên trafîka deryayî, tankerê ji bo ku nekeve ber çavên hêzên Amerîkayê, di ser Tengava Lombokê ya li Endonezyayê re berê xwe daye Giravên Riauyê.
Ev rêya ku ji deryayên kûr pêk tê, wekî alternatîfa Tengava Melakayê tê bikaranîn daku keştiyên mezin bi hêsanî û bêyî astengî derbas bibin.
Taktîkên veşartî û girtina pergala AIS
Ji bo şikandina dorpêçê tankera Îranê ji 20ê Adara 2026an pê ve pergala xwe ya nasnameyê ya otomatîk (AIS) girtiye daku cihê wê neyê tespîtkirin. Tanker herî dawî li peravên Srî Lankayê hatibû dîtin, lê bi girtina sînyalên elektronîk û bikaranîna taktîkên veşartî, karî ji çavdêriya hêzên deryayî yên Amerîkayê bireve. Ev pêngava NITCê nîşan dide ku Îran tevî hemû dorpêç û zextên leşkerî hîn jî rêyên alternatîf ji bo hinartina petrola xwe dibîne.