TR KU SO
FB X
Cîhan

Keştiyên H.W. Bush û USS Abraham û Lincoln li peravên Îranê ne

Admin M
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2026 21:01

PeyamaKurd – Piştî Trump ragihand ku agirbesa bi Îranê re qediyaye, li Kendava Ummanê tevgerekî germ heye û çavkaniya ragihandinê binkeya nûçeya xwe biriye ser dîmenên peykê (satalayt) û li gor analîza çavkaniyê; keştiyên USS George H.W. Bush û ya USS Abraham Lincoln bi keştiyên şer re, xwe nêzî peravên Îranê kirine.

Ciyê ku niha her dû keştî lê ne, îşaretê didin ku DYA dê dîsa weka di meha Hezîranê de çawa ablûka (dorpêç) danîbû ser Îranê, dê car din ablûka deryayê deyne ser Îranê.

Çavkaniya nûçeyê agahiya xwe dibe ser dîmênên di 10ê Tîrmehê yên satalayta Sentinel-2 ku her dû keştiyên navborî niha bi 170 km mesafe nêzî peravên Başûrê Îranê ne.

Hat gotin ku bi her dû keştiyên balafiran re jî 2 destroyerên fuzeyan rêhevalî dikin. Hat ragihandin ku di heman wextê de keştiya USS Abraham Lincoln ji nûh de ketiye nava ava Derya Ummanê.

Li ser meselê heya niha wezareta bergiriya Amerîkaye ti agahî nedaye lê USNI News ya ku şopandina tevgerên hêzên deryayê yên DYAyê dike, di 7ê Temmûzê de ragihandibû ku keştiya USS Abraham Lincoln û ya USS George H.W. Bush li Rojhilatê Derya Ummanê, li Derya Ummanê ne.

Parve bike: