Cîhan
Kiliçdaroglu, bang li leskerên Tirk kir: Nehêlin!
PeyamaKurd- Serokê Giştî yê CHPê ku partiya opozîsyona sereke ya Tirkiyeyê ye û namzedê Serkomariya Tirkiyeyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu, di derbarê koçberên qaçax ên Efxan ku derbasî Tirkiyeyê dibin, bang li lşkerên Tirk kir.
Kemal Kiliçdaroglu, li ser pêla Efxanên qaçax ên di sînoran re derbasê axa Tirkiyeyê dibin, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek arasteyî leşkerên Tirk kir. Kiliçdaroglu di peyama xwe de got,
“Agahî tên ber destên me ku Efxanên qaçax, pêl bi pêl dikevin welatê me. Ez bang li leşkerên me dikim. Welat, welatê me hemûyan e û hidûd jî namûsa me hemûyan e. Li sînor erka xwe bi cih bînin. Li kesî guhdarî nekin.”