Cîhan
Kîm Jong-un piştgiriya xwe ji bo Rûsyayê nû kir
PeyamaKurd - Medyaya fermî ya Koreya Bakur (KCNA) ragihand ku Rêberê welat Kîm Jong-un di nameyeke taybet de piştgiriya xwe ya ji bo Rûsyayê nû kiriye.
Kîm şerê Rûsyayê wekî "şerekî pîroz" ê ji bo parastina berjewendiyên ewlehiyê bi nav kir û soza piştgiriyeke bêhempa da Serokê Rûsyayê Vladimir Putin.
Ev peyam di demekê de tê ku hevîtiya leşkerî ya di navbera Pyongyang û Moskowê de xurttir dibe.
Li gorî zaniyariyên îstîxbarata Koreya Başûr, heta niha nêzîkî 6 hezar serbazên Koreya Bakur di vî şerî de hatine kuştin an jî birîndar bûne, di heman demê de hat ragihandin ku Kîev texmin dike hejmara van serbazan dikare bigihîje heta 50 hezarî.