TR KU SO
FB X
Cîhan

Kirgizîstan nota da Tirkiyê: “Destê xwe nexin nav karên me”

Admin M
Nivîskar
📅 07 hezîran 2019 03:37

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Kirgizîstanê gazî balyozê Tirkiyê yê li welatê wan Cengiz Kamil Fırat kirin û nota danê. Li gor ragihandina wezaretê sedem ew e ku Fırat çûye herêma Sokulukskogoyê û gundê Orokê ziyaret kiriye.

Kirgizîstan seredana balyozê Tirkiyê Fırat bo gundê Orokê weka “destêwerdana karên hundir” ragihand û xwestin ku mudaxele bi karên wan yê hundir nekin.

Balyozê Tirkiyê Fırat, di 5 ê hezîranê de Orokê ziyaret kiribû ku berê li wî gundî Kirgiz û Tirkên Ahiskayê şer kiribûn. Rêvebirên herêmê di dema ku karên xwe yên asayîşê dikirin, balyozê Tirkiyê Firat jî li wî gundî bû.

Parve bike: