TR KU SO
FB X
Cîhan

Koça sivîlên Derayê didome

📅 02 tîrmeh 2018 00:04

PeyamaKurd - Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyand, ji ber êrîşên ku rejima Beşar Esed û piştgirên wî meha borî li bajarê Derayê ku dikeve başûrê rojavayê welêt, da destpêkirin 198 hezar sivîlan koçî sînorê Urdun û Îsraîlê kirin.

SNHRê der heqê êrîşên ku rejima Beşar Esed û piştgirên wê meha borî li bajarê Derayê seba bidestxistina herêmên mixalifan kirin de raporek weşand.

Li gor raporê rejima Esed bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê di êrîşên ku di navbera 15-30ê hezîranê de li Derayê kirin de 65 jê zarok û 43 jê jin herî kêm bi tevahî 214 sivîl mirin.

Di raporê de hat ragihandin ku ji ber êrîşan 198 hezar sivîl mecbûr mane û koçî sînorê Urdun û Îsraîlê kirine.

Rejim û piştgirên wê, ji bo ku başûrê welêt jî bi dest bixin, di 20ê hezîranê de li dijî Derayê operasyon dabû destpêkirin.

Dera û Kuneytraya ku dikevin başûrê rojavayê welêt, yek ji herêmên kêmkirina rageşiyê ne ku di pêvajoya Astanayê de Tirkiye, Îran û Rûsya garantor in. Rûsya, Ameîka û Urdunê 2 meh şûnda Dera û Kuneytra kiribûn çarçoveya peymaneke taybet.

Amerîkayê jî piştgiriya xwe ya ku li herêmê dida mixalifan, dabû sekinandin.

Neteweyên Yekbûyî hişyarî dabû ku li bajarê Derayê jiyana 750 hezar kesan di talûkeyê de ye.

Parve bike: