TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevşaredarê Agirîyê Mehmet Akkuş koça dawî kir: Merasîma cenaze îro ye

Admin H
Nivîskar
📅 06 îlon 2026 09:50

PeyamaKurd - Hevşaredarê Şaredariya bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê Mehmet Akkuş ê ku demek bû ji ber nexweşiya penceşêrê tedawî didît, şevê din jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin Akkuş tevî hemû midaxeleyên li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê can daye.

Cenazeyê Mehmet Akkuş dê îro piştî nimêja nîvro bi merasîmekê li Goristana Taxa Firatê bi axê bê spartin û ji bo wî li Mala Şînê ya Unsallarê jî şîna wî bê qebûlkirin.

Mehmet Akkuş, di hilbijartinên 31ê Adara 2024an ên herêmî de ji DEM Partiyê hatibû hilbijartin.

Piştî wefata Akkuş, DEM Partiyê jî peyameke serxweşiyê belav kir û ji gel û malbatê re sersaxî xwest.

Parve bike: