TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Mehmet Nazim Hikmet koça dawî kir

Admin M
Nivîskar
📅 15 cotmeh 2018 23:00

PeyamaKurd- Mehmet Nazim ê kurê Nazim Hikmet li Parîsê di 67 saliya xwe de koça dawî kir. Mehmet Nazim ê kurê Nazim Hikmet ressamiyê dikir. Li ser wefata Mehmet Nazim Utku Varlık di ser hesabê xwe ya medya civakî de peyamekî belav kir. Di peyamê de weha got:

“ Me Mehmet Nazim wenda kir; bîr a nêz û dûr, xemgîniyeka bê tarîf tîne bîra min. Em hêdî hêdî dûr dibin.”

Nazim di sala 1950an de, piştî ji zîndanê dertê bi jina bi navê Munewwer Andaç re dizewice û di sala 1951an de kurê wî Mehmet tê dinyayê. Dema kurê wî 3 mehiye, Nazim ji Tirkiyê diçe. Mehmet ji bavê xwe dixeyîde û ti carê di derbarê wî de heya niha neaxifiye. An axifî be jî nayê zanîn.

Dema Nazim Hikmet tê dinyayê şîrê diya wî têr nake û malbata wî dostên malbata Bedirxaniya ye. Nazim bi keça Emîn Alî Bedirxan re, bi Meziyet xanim re şîr vedixwe. An ku Nazim Hîkmet û zarokên Emîn Alî Bedirxan, Celadet, Kamîran û Meziyet xuşk û birayên hev yên şîr in. Destmêja wan ji hev nedişkest.

Parve bike: