TR KU SO
FB X
Cîhan

Kolanên Tebrîzê vala mane

Admin M
Nivîskar
📅 22 adar 2020 00:37

PeyamaKurd- Bajarê Îranê hem payîtexta Azerbeycan a Bakûr her sal di van deman de, bi sedema pîrozkirina Newrozê nûfûsa bajêr dibû du car. Lê îsal bi sedema koronavîrusê bajêr vala maye û herkes di mala xwe de xwe ji vîrusê diparêze. Nûfûsa bajêr li dora 4 mîlyonê ye û heya niha di bajêr de bi sedema vîrusa koronayê 72 kes mirine û û 756 kes bi nexweşînê ketine.

Tebrîz bajarê sanayî û yê bazirganyê ye. Lê niha kes ji mala xwe dernayê. Ji alavên şaredariyê bang têkirin ku ti kes ji mala xwe dernê derve. Xelk nema Newrozê jî pîroz dike û hemû xwaringeh û ciyên rawestandinê girtîne.Exlebiya nûfûsa bajarê Tebrîzê Azeriye lê gelek Kurd jî di bajêr de dijîn.

Parve bike: