TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Bexdayê 400 postên mafên Kurdan vala mane

Admin H
Nivîskar
📅 27 gulan 2020 23:35

PeyamaKurd - Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Dr. Aram Baleteyî got, zêdetirî 400 postên kurdan li Bexdayê vala mane û hê jî ti kes ji bo wan postan nehatine danîn.

Li gorî nûçeya Rûdawê Dr. Aram Baleteyî gotiye, zêdetirî 400 postên para Kurdan li Bexdayê vala mane ku ji cîgir, birêveberê giştî, balyoz û postên din pêk tên.

Aram Baleteyî daye xuyakirin ku di kabîneya Adil Ebdulmehdî de gotûbêjên baş hatine kirin ji bo ew postên Kurdan bêne dagirtin, lê ji ber xwepêşandanên wê demê û destjikarkişandina Adil Ebdulmehdî pêngavên têkildarî wan postan nehatine bicihanîn.

Di kabîneya Mistefa Kazimî de ji 3 wezaretan mafên Kurdan heta niha tenê navê wezîrekê hatiye pesendkirin ku ew jî Wezîra WezaretaAvedankirin û Nîştecihkirinê Nazenîn Mihemed Weso ye. Lê belê wê jî hîn dest bi karê xwe nekiriye û li benda pesendkirina du wezîrên din ên Kurd e.

Berdevkê Fraksyona PDKê got, posta Wezareta Derve pişka PDKê ye û Dr. Fuad Husên jî berbijarê wan e.

Parve bike: