Cîhan
Koma Ak Partiyê biryar da: Namzed, Erdogan e
PeyamaKurd- Ji Koma Ak Partiyê hat ragihandin ku wan ji bo namzediya Serokomariya Tirkiyeyê, Serokê Giştî yê Ak Partiyê û Serokomarê Tirkiyeyê yê niha Recep Tayip Erdogan destnîşan kiriye.
Li bajarên bakur û Tirkiyeyê, dê di 14ê Gulana 2023yan de hilbijartina parlamenteriyê û hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê werin rêvebirin.
Her wiha li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) jî pêvajoya destnîşankirina namzediya serokomariyê dest pê kir.
Li ser vê mijarê, parlamenterên Ak Partiyê, îro di bin serokatiya Serokê Koma Ak Partiyê Ismet Yilmaz de civiyan û hat diyarkirin ku di civînê de biryar hatiye dayîn Serokomarê Tirkiyeyê yê niha Recep tayip Erdogan, wekî namzedê Serokomariya Tirkiyeyê bê destnîşankirin.