TR KU SO
FB X
Cîhan

Konê ahenga dêrê roxiya û kesekî di bin de mir û 22 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 13 hezîran 2026 15:02

PeyamaKurd – Li eyaleta Virginiya ya DYAyê di ahenga salvegera dêrekî de konê ku vegirtibûn bi sedema firtûnê hilweşiya. Di encamê de kesekî mir û 22 kes birîndar bûn.

Li gor xebera CBS Newsê; li eyaletê li bajarê Moneta dêra bi navê East Lake di salvegera 20em ya damezrandina wê de, ahengekî servekirî li dar xistin. Di wexta ayînê de baran, brûsk û bayê xwurt li ahengê bandorê kir û kon hilweşiya.

Di encamê de kesekî mir û 11 birîndaran li ciyê rûdanê derman kirin û 11 birîndaran jî birin nexweşxanan bo dermankirinê.

Parve bike: