Cîhan
Konsolosê fexrî yê Kazakistanê di qezayê de can da
PeyamaKurd – Li bajarê Îzmîtê yê Tirkiyê li ser rêya otobanê konsolosê fexrî yê Kazakistanê bi ereba xwe qeza kir û di encama qezayê de 4 kes mirin. Piştî xebata tesbîta nasnameyan hat zanîn ku di qezayê de bi otomobîla xwe li dîrekê xistine û di encamê de 3 kes li ciyê qezayê û 1 kes jî li nexweşxanê can daye.
Di qezayê de konsolosê fexrî yê Nevşehirê yê Kazakistanê Halil Uluer, hevjîna wî Fatma Uluer, û Ahmet Demirhan li ciyê bûyerê wefat kirin. Jina bi navê Ayşe Demirhan birîndar birine nexweşxanê lê ew jî li nexweşxanê can dide.