Cîhan
Konsulxaneya Tirkiyê bar kir Kîevê û dest bi xebatên xwe kir
PeyamaKurd – Bi sedema şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê Tirkiye konsulxaneya xwe ya li payîtexta Ûkrayna Kîevê biribû bajarê Çernivtsi. Niha rewşa Kîevê normaltir bû û Tirkiye ragihand ku konsulxaneya xwe car din biriye Kîevê. Serkonsulxaneya Tirkiyê ya Kîevê di ser hesabê xwe yê Twitterê de mijarê weha ragihand:
“Hemwelatiyên bi qiymet û dostên me yên Ûkraynî. Ji bo wextekî demkî me xebatên xwe li bajarê Çernivtsi dimeşan û weka ciyekî lojîstîk û hem ji bo tehliyeyan bikar dianî. Em îro car din dageriyan Kîevê mala xwe.”
Tirkiye konsulxaneya xwe di 11 ê adarê de ji Kîevê biribû bajarê Çernivtsi.