TR KU SO
FB X
Cîhan

Kremlîn: Têkiliyên me xirab in û dê wisa dewam bikin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 09 mijdar 2022 21:00

PeyamaKurd- Ji aliyê Kremlînê ve di derbarê Amerîkayê de daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku têkiliyên Rusya û Amerîkayê xirab in.

Di daxuyaniya hat dayîn de hat eşkerekirin ku

“Têkiliyên navbera Rusya û Amerîkayê xirab in û dê wisa jî dewam bikin. Niha ji bo lihevkirina Peymana Destpêka Ji Nû Ve ya ligel Amerîkayê gelek zû ye. Em hînî bihîstina tawanên Amerîkayê yên destwerdana hilbijartinên wan bûne.”

Duh ji aliyê Berdevkiya Koşka Spî ya Amerîkayê ve hatibû ragihandin ku pêwendiyên wan ên ligel Rusyayê, ji bo qutnebûna xetên ragihandinê ne û ew ê hevdîtineke di derbarê şer de bêyî Ukraynayê ligel Rusyayê nekin.

Parve bike: