Kremlînê îdiayên navbeynkariya Siûdî bo serê Ukrayna-Rûsya red kir
PeyamaKurd - Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê Dmitri Peskov, li ser nûçeyên ku Erebistana Siûdî amadekariya navbeynkariya bidawîanîna şerê Ukrayna-Rûsyayê dike daxuyanî da.
Peskov got ku îdiaya gotûbêjên aştiyê yên Rûsya û Ukraynayê niha ti bingeheke wê tune ye û bal kişand ser ku Ukrayna di êrîşên dijî Rûsyayê de bi ser neketiye û bi dehan alavên leşkerî yên NATOyê ji aliyê Rûsyayê ve hatine têkdan.
Dmitri Peskov li ser êrîşên dronan li ser Moskowê jî got ku ew dê rêkarên tund û pêwîst li dijî êrîşên Ukraynayê pêk bînin.
Li ser Lûtkeya Erebistana Siûdî ya ji bo çareserkirina qeyrana Ukraynayê ku biryar e hefteya bê were lidarxistin jî Peskov diyar kir ku ew niha çavdêriya rasparde û karên lûtkeyê dikin.
Bi zarê rayedarên Ukraynayê hatibû belavkirin ku dê Erebîstana Siûdî mazûvaniya danûstandinên aştiyê yên navbera Rusya û Ukraynayê bike.
Herwiha Andriy Yermak ku Serokê Karmendê Giştî yê Zelenskiy ye, duh ragihandibû ku dê rayedarên çend welatan beşdarî Lûtkeya Erebîstana Siûdî bibin.