TR KU SO
FB X
Cîhan

Kremlînê îdiayên şandina dronan bo Îranê red kir: Guh nedin wan derewan

Admin İ
Edîtor
📅 26 adar 2026 15:47

PeyamaKurd - Hikûmeta Rûsyayê (Kremlîn) bi awayekî fermî îdiayên rojnameya Financial Timesê ya derbarê şandina balafirên bêpîlot (dron) bo Îranê red kir û ew wekî “nûçeyên derew” pênase kir.

Îdiaya Financial Timesê: Sewqiyat heta dawiya Adarê ye

Rojnameya navdar a Brîtanî Financial Timesê, li ser zarê rayedarên îstîxbarata rojavayî raportek weşandibû û îdia kiribû ku Moskow di qonaxa dawî ya radestkirina hejmareke mezin a dronan bo Tehranê de ye. Di raportê de hatibû gotin ku tê payîn ev sewqiyata leşkerî heta dawiya meha Adarê bi dawî bibe.

Peskov: “Gelek derew tên belavkirin”

Berdevkê Kremlinê Dîmîtrî Peskov, di bersiva pirsa ajansa AFPyê de ev nûçe bi tundî derewand. Peskov derbarê îdiayên rojnameyê de got:

Gelek derew ji aliyê medyayê ve têne belavkirin. Guh nedin wan.”

Alîkariya leşkerî û îstixbaratî

Tevî ku Rûsya hevalbendeke nêzîk a Îranê ye, rayedarên Moskowê îdia dikin ku ji destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên di meha Sibatê de, wan alîkariyên leşkerî ji bo Tehranê rawestandine.

Lê belê, ev ne cara yekem e ku îdiayên bi vî rengî derdikevin. Berê rojnameya Washington Postê jî di raportekê de eşkere kiribû ku Moskow agahiyên hesas ên îstîxbaratî, bi taybetî cihên keştî û balafirên şer ên Amerîkayê yên li herêmê, bi Tehranê re parve dike.

Ev rageşiya di navbera îdiayên medyayê û daxuyaniyên Kremlinê de, di demekê de ye ku şerê li Rojhilata Navîn gihîştiye asteke pir krîtîk.

Parve bike: