Cîhan
Kurdên Rojava li ser maseya Trump û Pûtîn
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê sibê li paytextê Fînlandiyayê Helsînkiyê bicivin û wê rewşa Kurdên Rojava jî li ser maseya herdû lîderan be.
Wê mijarên wek jiholêrakirina çekên nukleerî, têkiliyên Rûsya û Amerîkayê û rewşa Kurdên Rojava li ser maseya Trump û Pûtîn be.
Wê bidawîhatina şerê li Sûriyê û pêvajoya derbasiya siyasî werin xeberdan.
Piştî vekişîna eskerên Amerîkayê, belavbûna Rûsyayê li herêmê û halê Kurdan li rojava wê werin nirxandin.
Eger Rûsya û Amerîka li hev bikin, wê Amerîka ji Rojava derkeve û Rûsya jî hebûna Îranê li ser sînorê Urdin û Îsraîlê kêm bike.