Rojava: Tomara navê Kurdên bênasname yên derveyî welat dest pê kir
PeyamaKurd - Li bajarên Qamişlo Çilaxa, Hesekê û Dêrikê, ji bo xelkê ku di dema rejîma berê de ji mafê welatîbûnê hatibûn bêparkirin, navendên qeydkirinê hatin vekirin. Ev pêvajoya ku di 5ê Nîsana 2026an de dest pê kiriye, dê heta 6ê Gulanê berdewam bike.
Rêveberê giştî yê karûbarên sivîl ê parêzgeha Hesekê, Ezîz El Mihêmid, diyar kir ku armanc ew e hemû kesên ku bi dehan salan ji mafên xwe yên bingehîn hatine dûrxistin, cardin bikevin bin sîwana qanûnî û nasnameyên xwe wergirin.
Zarokên li derveyî welat bi rêya malbatê têne qeydkirin
Derbarê rewşa Kurdên ku li derveyî welat dijîn de jî El Mihêmid destnîşan kir ku bav dikarin li ser navê zarokên xwe yên li derveyî Sûriyeyê daxwaznameyê pêşkêş bikin. Di dema serlêdanê de, tenê bes e ku li kêleka navê zarokan têbiniya "Li derveyî welat e" were nivîsandin da ku navên wan di belgeyên malbatê de cih bigirin. Hat diyarkirin ku ji ber şert û mercên heyî, niha ne pêkan e ku her kes bi serê xwe vegere, lê bi vê rêbazê mafê endamên malbatê tê parastin.
Mekanîzmayên pêşerojê û serlêdanên kesane
Hikumeta demkî ragihand ku ji bo kesên li derveyî welat, dê di qonaxên pêş de mekanîzmayên nû werin diyarkirin û eger hewce bike, dema qeydkirinê dê were dirêjkirin.
El Mihêmid destnîşan kir ku welatî dikarin di demên pêş de serdana komîteyên daîmî yên li Şamê bikin da ku belgeyên xwe bi destê xwe temam bikin. Herwiha hat gotin ku her çend niha bi rêya balyozxaneyan biryarek fermî tune be jî, daxwazên gel ji bo hêsankariya li derveyî welat hatine girtin û dê ji bo çareseriyê pêşkêşî hikumetê werin kirin.