Cîhan
Kurê Biden wê li ber Meclîsan Nûneran îfada xwe bide
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê kurê Serokê Amerîkayê Joe Biden, Hunter Biden, piştî nîqaşên çend mehan di rûniştineke girtî ya Meclîsa Nûneran de îfadeya xwe bide.
Komîteya kontrolê ya di destê Komarîparêzên Kongreya Amerîkayê de, ragihand ku dê Hunter Biden 28ê Sibatê di rûniştineke girtî de, îfade bide û pirsên endamên komîteyê bibersivîne.
Serokê Komîteyê James Comer ragihand, wê kurê Serokê Amerîkayê, di çarçoveya lêpirsîna derbarê ezilkirina Joe Biden a bi hincetên ku kurê wî bi karsazên biyanî re kar kiriye de, were bersivên têr bide endamên komîteyê.
Herwiha Comer diyar kir, paşê jî Hunter Biden dikare ji raya giştî re vekirî, îfadeya xwe bide.