Kuveyt û Îmarat: Êrîşên Îranê hatin pûçkirin
PeyamaKurd - Serokatiya Artêşa Kuweytê îro 12ê Tîrmehê li ser tora civakî ya "X"ê daxuyaniyek belav kir û piştrastî da welatiyên xwe ku ew dengên mezin ên li asmanê welat hatine bihîstin, ji ber çalakbûna sîstema parastina asmanî û pûçkirina çend êrîşên Îranê bûne. Herwiha Îmaratê jî ragihand ku moşek û dronên Îranê li asman hatine pûçkirin.
Hêjayî gotinê ye, hêzên Îranê serê vê sibehê êrîşên berfireh ên bi moşek û dronan birin ser herêmên cuda yên Behreyn, Qeter, Îmarat û Kuweytê.
Îranê ragihand ku ev êrîş bersivdana bombebarana Amerîkayê ne. Piştî êrîşan Wezareta Navxwe ya Behreynê zenga hişyariyê lê da û daxwaz ji xelkê kir ku bi lez biçin nav stargehên aram.
Wezareta Navxwe ya Qeterê jî asta gefên ewlehiyê gihand asta herî bilind û daxwaz kir ku her kes di malên xwe de bimîne.
Wezareta Berevaniyê ya Qeterê tekez kir ku hêzên wan ên çekdar bersiva êrîşa moşekî ya mezin dane. Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê jî ragihand ku sîstemên wan ên berevaniya asmanî di heman saetan de mijûlî rûbirûbûn û pûçkirina wan moşek û dronan bûne ku ji axa Îranê ve hatibûn avêtin.
Rayedarên Îmaratî diyar kir ku dengên teqînên li bajarên cuda ji ber serkeftina moşekên parastinê ne û xwest welatî netirsin.