Lavrov: “Amerîka ewlekariya Awrûpayê rehîn girtiye”
PeyamaKurd-Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di mijara biryara betalkirina peymana hêzên nukleerî ya menzîl-navçe (INF) de got:
“Siyaseta Amerîka rehîngirtina ewlekariya Awrûpa ye.”
Lavrov li Moskovayê bi temsîlkarên Tora Kargehên Awrûpayê re hat cem hev û behsa siyaseta Amerîka û têkiliyên Rûsyayê bi Yekîtiya Awrûpa re kir. Lavrov behsa xebatên NATO yê yên li Awrûpa jî kir û got ku NATO dixwaze xwe fireh bike û Makedonya, Ûkraynayê û Gurcistanê ber bi xwe ve bikşîne. Lavrov weha got:
“Karsazên Yekîtiya Awrûpayê ji perexistina yekîtiyê aciz bûne û amade ne ku bi Rûsya re hevkariya xwe dewam bikin. Hecma bazirganiya navbera Rûsya û YA yê sala borî %20 zêde bû. Reqem giha 300 mîlyar dolarî. Divê ev bazirganî zêde bibe û bo wê; divê di mijara vîzeyan de hêsanî bên kirin.”
Serokê tora bazirganiyê yê kargehên Awrûpayê li Rûsya Johan Vanderplaetse ragihand ku wê Yekîtiya Awrûpayê bazara ku bi Rûsya re avakiriye, wê di şertên wekheviyê de biparêzin.