TR KU SO
FB X
Cîhan

Lavrov: Hindik ma komîta makezagonê ava bibe

Admin M
Nivîskar
📅 21 sibat 2019 00:35

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov ragihand ku bi tevlîbûna hemû hêzên siyasî, bo avakirina komîta ku dê makezagona Sûriyê binivsîne, hatine dawiya pêvajoyê.

Lavrov di konferanseka ku li payîtexta Rûsya Moskovayê de hat lidarxistin, behsa mijara Sûriyê kir. Lavrov got ku hefteya borî li Soçiyê Kongreya Diyalogê ya Sûriyê çêbû û weha dewam kir:

“Di vê kongrê de bo destpêka pêvajoyeka siyasî temamên şertan hatine amadekirin. Bi tevlîbûna hemû hêzên siyasî, bo avakirina komîta ku dê makezagona Sûriyê binivsîne, hatine dawiya pêvajoyê.”

Parve bike: