Lavrov: Hûn nikarin xwe ji ber Pirsa Kurdî bidin alî
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku rêkeftina Rûsya û Tirkiyê derfet daye ku zemînek çêbibe û pêşeroja Kurdên li Sûriyê were gotubêjkirin.
Lavrov ji çapemeniyê re axivî û got, ji dêvla pirsa Kurdî bi vebijarkên leşkerî çareser bikin, wan derfet dîtiye ku bi awayekî aram li ser pêşeroja Kurdên Sûriyê biaxivin.
Wezîrê rûsî bal kişand ser realîteya Kurdî û wiha berdewam kir: “Hûn nikarin xwe ji ber Pirsa Kurdî bidin alî. Pirsa navborî ne tene pirsa Sûriyê ye, pirseke mezintir e. Li Iraqê û Iranê û bêguman li Tirkiyê jî gelek Kurd dijîn. Tu kes naxwaze ku ev dewlet ji ber pirsa Kurdî û ragêşiyê jinav biçin. Tu kes naxwaze ku Kurd xwe weke welatiyên sinifê duyemîn hîs bikin.”
Rûsyayê di navbera hêzên Kurdî û rejîma Sûriyê de navbeynkarî kiribû
Li gorî rêkeftina Soçî ya 22yê Cotmehê ku di navbera serokê Rûsyayê Viladimir Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de encam dabû Hêzên HSDê 30 km ji ser sînorê Tirkiyê vekişiyabûn û biryara dewriyeyên hevbeş hatibû girtin.
Piştî vekişîna hêzên Amerîkî jî danûstendinên hêzên Kurdî û hikûmeta Sûriyê hatibûn destpêkirin. Di çarçoveya rêkeftina Hêzên Kurdî û rejîma Sûriyê, artêşa Sûriyê ew herêm kontrol kiribûn. Di rêkeftinê de Rûsyayê navbeynkarî kiribû.