TR KU SO
FB X
Cîhan

Lavrov: Nabe rewsa Idlibê weha dewam bike

Admin M
Nivîskar
📅 03 îlon 2018 20:26

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku nabe heya bi heya derfetê bidin halê Idlibê û niha. Ragihandin ji aliyê ajansa Rûsyayê ji aliyê RIA yê de hat ragihandin.

Li gor ajansa Interfaxê jî di dema ku Lavrov xîtabê xwendevanên zankoya Moskovayê dikir, got ku Sûriye mafê wê heye ku çekdarên li bajarê Idlibê îmha bike. Lavrov weha got:

“Ciyê terorîstan li Sûriyê tine ye. Mafê artêşa Sûriyê bi her awayê heye da terorîstan ji ser axa xwe derxe. Em bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re, bi hukumeta Sûriyê re, weka hevkarên Astanayê, xebatê dikin da di bejayiyê de, terorîstan ji muxalifên çekdar yên normal veqetînin û dixebitin da  sîvîl zerarê nebînin.”

Parve bike: