Cîhan
Lehiyê 194 kesan kust
PeyamaKurd- Li welatê Afrîkayê li Kenyayê di nav 3 hefteyên dawiyê de bi sedema barana zêde lehî radibe û di encamê de heya niha 194 kes jiyana xwe ji dest dan. Ji lehiyê li dora 100 hezar kes bandora xwe girtiye. Bi sedema ku îhtîmala hezê jî heye, tehliyekirina mirovan gelkê bi zahmet e.
Berdevkê hukumeta Kenyayê Cyrus Oguna mijarê weha ragihand:
“Ji duhî heya niha di nava 24 sietan de 30 kesên me mirin. Bi tevahî jimara miriyan gihaye 194 kesan.”
Li Kenyayê 36 kes jî ji ber koronayê miribûn û lehiya rabûye bûye sedem ku hukumet nikare bi vîrusê re têbikoşe.
Barana zêde wê heya dawiya mehê dewam bike û ev tê vateya ku wê lehî jî dewam bike.