Cîhan
Li Afganistanê bi dereca 5,5 erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Bakûrê Pakistanê li bajarê Bedexşanê bi dereca 5,5 erdhejekî mezin çêbû. Hat ragihandin ku erdhej di bin erdê de di kûrahiya 216 km.yan de qewimiye. Heya niha rûdanên neyînî nehatine ragihandin.
Herêma navborî daîma ciyê erdhejêye û erdheja bi dereca 5,5an jî ji aliyê navenda lêkolînên jeolojik ya Amerîka (USGS) de hat ragihandin.
USGS, ragihand ku navenda erdhejê bajarê Bedexşanê navça Curmê, 50 km başûrê rojavayê wê ye. Lê erdhej di bin erdê de gelek kûr qewimiye. Sîsmolog dibêjin ku erdhejên weka kûr, dibe bandora wan fireh be lê îhtîmala dana xesarê kêmtire.
Bi sedema herêm çiyaye û belawelaye, li deverê lêkolînên encama erdhejê dewam dikin lê wê encam dereng aşkera bibe.