TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Afganîstanê Talîbanê bi ser bajarê Farahê de girt!

Admin V
Nivîskar
📅 15 gulan 2018 14:40

PeyamaKurd- Li Afganîstanê, Talîbanê qismekî navenda bajarê Farahê ji destê hêzên ewlehiyê derxist.

Li gorî agahiyan, Talîbanê li Afganîstanê bi ser bajarê Farahê de girt. Qismekî bajêr xiste bin qontrola xwe de û niha jî ji bo ku walîtiyê û rêvebiriya ewlehiyê bi dest bixe şer dewam dike.

Serokê Meclîsa bajarê Farahê Farîd Bextewar di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Bextewar wiha got: Çekdarên Talîbanê duh nîvê şevê êrîşî navenda bajarê Farahê kirin. Qismekî navenda bajêr kete bin qontrola wan de. Niha jî şerekî dijwar dewam dike. 

Piştî ku şer derket, gelek malbatên bajêr, ji malên xwe derketin û bajar terk kirin.

Parve bike: