Li Almanya êrîşa ser dibistanê: 2 kuştî, 2 brîndar
PeyamaKurd - Li bajarokê Gosen-Neu Zittauyê ku li nêzî paytexta Almanyayê Berlînê ye, li dibistanekê êrîşeke bi kêrê pêk hat û di encamê de xwendekareke 18 salî û kesekî ku hewl dida rê li ber êrîşê bigre jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya rojnameya Almanî Berliner Zeitungê, bûyer li dora saet 13:45an de qewimî ye û di encama vê êrîşa bi kêrê de du kesên din jî birîndar bûne.
Piştî bûyerê gelek tîmên polîsan gihîştin cihê bûyerê û rayedaran ragihand ku gumanbarek hatiye desteserkirin.
Polîsan li ser bûyerê lêpirsîneke berfireh dest pê kir û qada dibistanê dorpêç kirin.
Li gorî îdîaya rojnameya herêmî Maerkische Allgemeineyê, kesê ku hatiye desteserkirin hevalê berê yê xwendekara 18 salî ye û ew bixwe jî 19 salî ye.
Ev êrîşa bi kêrê li herêmê bû sedema xemgîniyeke mezin û xebatên lêkolînê yên polîsan li ser sedem û hûrguliyên bûyerê berdewam dikin.