Li Almanya karesata germê: Nexweşxaneya Sahra hat avakirin
PeyamaKurd - Almanya di bin bandora pêleke mezin a germê de ye, ku di encamê de ji roja Înê ve herî kêm 6 kesên ku ji bo hênikbûnê ketibûn avê xeniqîn.
Li gorî zanyariyên polîsan, du rûdanên xeniqînê li paytext Berlînê li Bendergeha Tempelhofê û golekê rû dane. Rûdanên din jî li Çemê Neckarê yê nêzî Heidelbergê, li goleke nêzî Mannheimê li Gola Daristanê ya Raunheimê başûrê rojavayê Frankfurtê û li Gola Baldeneyê ya li eyaleta Bakurê Ren-Vestfalyayê pêk hatine.
Herwiha hat ragihandin ku li Herneyê zarokek û li Hamburgê jî kesek di nav avê de winda bûne û xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Ev pêla tîna germê ku bandoreke dijwar li jiyana rojane kiriye, li gelek bajaran bûye sedema hişyarîyan.
Nexweşxaneya Sahrayê Li Kölnê
Li bajarê Kölnê piştî ku pileyên germê gihîştin 40 pileyî, hejmara nexweşên ku serî li nexweşxaneyan didin gelekî zêde bû. Ji bo kêmkirina barê nexweşxaneyan, li Qada Fuarê ya Kölnê nexweşxaneyeke sahrayê hat avakirin daku nexweşên ne di rewşa giran de li wir werin dermankirin.