Li Almanyayê 12 hezar û 500 kes ji ber germê mirin
PeyamaKurd - Enstîtuya Robert Kochê (RKI) ya Almanyayê derbarê mirinên ji ber germahî û hewaya zêde germ re têkildar raporek belav kir û ragihand ku heta 2ê tebaxê nêzîkî 12 hezar û 500 kesan ji ber tîna germahiyê giyanê xwe ji dest dane.
Di raporê de hat destnîşankirin ku van hejmaran rekorên salên 2018an (9 hezar û 400 kes) û 2019an (7 hezar û 700 kes) derbas kirine û hewaya germ bandoreke gelekî xirab li ser tenduristiya civakê kiriye.
Hat diyar kirin ku xetereya herî mezin li ser temenmezinan e û ji van mirinan 6 hezar û 270 kes ji temenê 85 salî mezintir bûn.
Di raporê de hat eşkerekirin ku hefteya herî kujer di navbera 22 û 29ê hezîranê de bû ku di nav hefteyekê de nêzîkî 9 hezar û 600 kes ji ber pileya bilind a germahiyê mirine.
Li welat di 28ê hezîranê de li herêma Brandenburgê pileya germahiyê gihîştibû 41,7 santîgrat dereceyan û rekoreke nû hatibû tomarkirin. Zanyar destnîşan dikin ku guherîna hewayê û germ karesatên wiha zêde dikin, lewma pêdivî bi tevdîrên lezgîn ên ji bo parastina mirovên kal û extiyaran heye.