Li Almanya nêzî baregeha Amerîkî balafireke F16 ket
PeyamaKurd - Li herêma Eifel a eyaleta Rheinland-Pfalz a Almanyayê, li nêzî Bingeha Hewayî ya Spangdahlemê ya DYAyê balafireke şer a cûreya F16 ket xwarê.
Li gorî agahiyên ji aliyê medyaya Alman ve hatine belavkirin, ji bingeha ku du jetên şer rabûbûn yek ji wan ketiye û pîlotê balafirê bi bikaranîna kursiyê firînê ji qezayê bi birîndarî rizgar bûye.
Piştî ku şahidên bûyerê dîtin balafir bi lez nizim bû û li erdê ket û dûman bilind bûn, gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bo herêmê hatin veguhestin.
Hat zanîn ku li Bingeha Hewayî ya Spangdahlemê ku ji salên 1950î ve di bin kontrola hêzên Amerîkayê de ye, filoyeke F16 ya ji nêzîkî 20 balafiran pêk tê cih digire û qezayeke bi vî rengî ya herî dawî di Cotmeha 2019an de jî li heman herêmê qewimî bû.