Li Almanyayê di avahîyekê de termê gelek kesan hatin dîtin
PeyamaKurd - Li bajarê Kehlê yê Almanyayê, piştî agahdarkirina li ser bêhna zêde ya gaza xwezayî, tîmên hawarhatinê çûn avahiyeke niştecihbûnê û di hundirê xaniyekî de termê gelek kesan dîtin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Polîsan a Offenburgê, piştî daxwaza alîkariyê ya ji bo bêhna gaza xwezayî ya li Cadeya Richard-Wagnerê, hejmareke zêde ya tîmên polîs, tenduristî û agirkujê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Di operasyona ku helîkoptera rizgarkirinê û pisporên bijîşkî yên lezgîn ên zarokan jî tê de cih girtin, li daîreyekê termê gelek kesan hatin dîtin, lê ji bo hin endamên malbatê yên ku sax mabûn û zarok jî di nav wan de bûn, destwerdana bijîşkî hat kirin.
Polîsan heta niha hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane û sedema bûyerê eşkere nekirine, lê ragihandin ku lêpirsîna li ser bûyerê hatiye destpêkirin.