Cîhan
Li Almanyayê êrîsa bi kêrê: 4 kes bi giranî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Almanyayê li saloneke werzîşê di êrîşa bi kêrê de 4 kes bi giranî birîndar bûn.
Di bûyera ku li bajarê Duîsburga Almanyayê di saloneke werzîşê de pêk hat de hat diyarkirin, êrîşkarekî bi kêrê êrîşî kesên li salonê kir û 4 kes bi giranî birîndar kirin.
Polîsan ragihandin, 3 ji birîndaran di xetereya jiyanê de ne û li êrîşkar digerin.
Hat destnîşankirin, lêpirsîna derbarê bûyerê da dewam dike û heta niha nayê zanîn êrîş bi çi armancê hatiye kirin.
Di nûçeyên di çapemeniya Alman de hat îdiakirin, êrîşkar bi dînbûnê êrîş pêk aniye.