Cîhan
Li Almanyayê teqîn: Kesek mir, 25 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Li bajarê Blankenburg ê rojhilatê Almanyayê îro teqînek di avahiyekê de çêbû ku di encama wê teqînê de, kesekî can da û 25 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê polîsên Almanî Auer Baker li ser teqînê ragihand ku dibe hejmara birîndaran zêdetir bibe û got, avahiyên ku li nêzî cihê teqînê bûne hatine valakirin.
Li ser sedema wê teqînê hîn ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin ku îhtimala êrîşeke terorê jî be tê nirxandin.