Li Amerîka trafîka hewayî rawestiya: 7 hezar sefer betal bûn
PeyamaKurd - Rêveberiya Hewavaniya Federal a DYAê (FAA) ragihand ku ji ber arîşeyeke teknîkî ya di navenda kontrola trafîka hewayî de, rabûna balafiran li hemû balafirxaneyên welat hate rawestandin.
Plataforma şopandina trafîka hewayî FlightAware bîlançoya vê biryarê wekî bêtirî 7 hezar seferên betalkirî an derengxistî eşkere kir.
Berpirsê Veguhastinê yê DYAê Sean Duffy diyar kir ku teknîsyen li ser sedema kêşeyê dixebitin, û Wezîrê Ewlehiya Navxwe Markwayne Mullin tekez kir ku ti delîl nînin ku ev bûyer encama êrîşeke zanebûn be.
Mullin destnîşan kir ku ewlehiya geştan di cî de ye û lêpirsîn dê bê kirin, ka sîstema nû ya Hişê Çêkirî (AI) a FAAyê di vê arîşeyê de rol lîstiye an na. Hate diyarkirin ku ev piştî cotmeha 2023yan û bûyerên 11ê Îlonê yek ji biryarên herî berfireh ên rawestandina balafiran e li DYAê.