TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Amerîkayê, 4 hezar sefer hatin betalkirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2023 18:30

PeyamaKurd- Li gorî malpera şopandina balafiran Flight Awareyê, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê; zêdeyî 4 hezar sefer hatin betalkirin.

Di agahiyên ku di ser malperê re hatin parvekirin de hat zanîn ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, zêdeyî 4 hezar sefer hatine bipaşxistin û tundiya beriya 4ê Tîrmehê Cejina Serxwebûnê bandoreke neyînî li jiyanê kir.

Ji ber betlaneya Cejna Serxwebûnê, bi hezaran rêwî li balafirgehan asê mabûn, 4 hezar û 165 sefer hatibûn bipaşxistin û 131 sefer hatibûn betalkirin.

Dema ku birûskên li aliyê rojhilatê Amerîkayê bi bandor in, li rojava û başûrê welêt bi germahiyên ku li ser normalên demsalî ne re têdikoşin.

Parve bike: