Cîhan
Li Amerîkayê mehkûmek hat îdam kirin
PeyamaKurd – Li eyaleta Alabama ya Amerîkayê welatiyê bi navê Nathaniel Woods ji ber hevkariya kuştina 3 polîsan a 16 sal berê hatibû mehkûm kirin, bi derziya jehrîn hat îdam kirin.
Saziya Înfazê ya Niştîmanî ya Amerîkayê ragihandiye ku bi sedema Woods şirîkê kuştina 3 polîsan a li sala 2004an bûye biryara sizayê îdamê bo wî hatiye dayîn.
Parêzgarê Alabamayê Kay Ivey daye xuyakirin ku Woods daxwaza efûyê red kiriye û loma jî bi derzîya jehrîn hatiye îdam kirin.
Li gorî medya Amerîkî tetîkêşê kuştina polîsan di îfadeya xwe de gotiye, Woods bê guneh e û tiliya wî di kuştina wan polîsan de nîne.