TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Antalya bo 7 rojan çalaki hatin qedexekirin

Admin M
Nivîskar
📅 01 îlon 2020 04:16

PeyamaKurd- Parêzgeha bajarê Tirkiyê ya Antalyayê bo 7 rojan temamê çalakiyan li seranserê bajêr tevî qezayan hatin qedexe kir. Li gor ragihandina parêzgehê meş, çalakiya rûniştinê, vekirina stendan, vegirtina konan, danîna çelengan, di bin navê zincîreya aştiyê de, temamê çalakiyan bo hefteyekî hatine qedexe kirin.

Eger kesên bixwazin bo çapemeniyê ragihandinan bikin, dê mesafeya xwe biparêzin, maskeyên xwe deynin ber devên xwe û li paqijiya xwe miqatebin.

Parve bike: