TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hakkariyê ji bo 15 rojan çalaki hatin qedexekirin

Admin M
Nivîskar
📅 19 gulan 2022 01:45

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Hakkariyê û navçên wê, parêzgehê ji bo 15 rojan kirina çalakiyan qedexe kir. Qedexe ji 19 ê gulanê siet ji 00.01 ê destpêdike û heya 2 yê hezîranê siet 23.59 an dewam dike.

Di nav çalakiyên ku hatine qedexekirin de xwepêşandan, civîn, meş, protesto, greva birse, ragihandina çapemeniyê, firandina dron û planoran, vekirina sitendan, vegirtina konan û tevgerên weka wan hatine qedexekirin. Kesên bixwazin tevgerekî an çalakiyekî pêk bînê divê îzna parêzgehê bistîne.

Parve bike: