Li Awrûpayê 13 kes ji ber bahozê mirin
PeyamaKurd – Bahoza bi navê ‘Zeynep’ li Awrûpayê bû sedema mirina 13 kesan. Leza bayê di yek sietekî de giha 196 km yan, elektrîka gelek malan hat birîn, bi sedan seferên balafiran, trên û ferîbotan hatin betalkirin. Bahoz bû sedem ku li Hollanda 3 kes, li Îngîltere 3 kes, li Almanya 2 kes, li Polonya 2 kes, li Belçîkaye yek kes û Îrlandayê yek kes jiyana xwe ji dest da.
Ofîsa Metorolojyê ya Îngîltere ragihand ku bahoza ji orta Atlantîkê rabû û ji Giravên Azorê ber bi Awrûpa yê de hat, jiyana mirovan xist nav talûkê.
Leza bahozê li bakûrê Fransayê 140 km û li Îngîltere li Girava Wight ê giha 196 km yan. Li Gallerê elektrîka 100 hesan kesî hat birin û li seranserê Îngîltere 436 seferên balafiran hatin betalkirin. Serokwezîr Boris Johnson li ser bahozê weha got:
“Em tev li şîretan guhdarî bikin û bo ewlehiyê divê em tedbîran bistînin.”
Bi sedema bahozê li Fransayê qezayên trafîkê jî çêbûn di encamê de 30 kes birîndar bûn. Siba şemiyê li dora 75 hezar kes bê elektrîk man û li hinek deveran xetên rêyen hesin hatin birîn.
Li Danîmarkayê seferên ferîbotan yên li bajarên Dover û Calaisê rawestiyan û li balafirgeha Holandayê li Schipholê 390 seferên balafiran hatin betalkirin.